Ji sazîyên civakî yên sivîl peyama sersaxîyê

Ji sazîyên civakî yên sivîl peyama sersaxîyê

Sazîyên îslamî yên ku li Ewrûpayê fealîyetan dikin, ji bo Şehîd Aytaç Baranê ku ji teref PKKê ve hatibû şehîd kirin peyama sersaxîyê weşandin

Sazîyên civaka sivîl yên Îslamî ên ku li Ewrûpa fealîyetan dike, ji bo Aytaç Baranê ku ji teref PKKê ve bi kemînê hat qetil kirin, peyama û mesaja sersaxîyê weşand.

Li ser navê hemî sazîyan, Weqfa Saîdê Nûrsî ya Baselê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat îfade kirin ku di her firsendê de HDP/PKK êrîşî mislimanan dike û wan qetil dike da ku ji bo efendîyên xwe kêfxweş û razî bikin. Bi vê êrîşa xwe ya dawîn jî dîsa ji kerwanê xêrê ya hêja Aytaç Baran qetil kirin.

Di peyamê  de şehadeta şehîd hat pîroz kirin û wiha hat îfade kirin:

“Ji malbata wî û cemaeta ku mensûbê wê bû re em xemgînî û keserên xwe pêşkêşdiikin. Em hemî berpirsîyarê vê êrîşa menfûr ya ku piştî hilbijartinê qewimî, bi awayekî eşkere lanet dikin. Em binê vî tiştî xêz dikin û îfade dikin ku zîhnîyeta AKPê ya ku heta îro li dijî misilmanan ewqas êrîş û qetil çêbû, rohnî nekirin-negirtin û meydan ji vê rewşê re amade kir, ew jî şirîkê vê sûcê ye. Me xwest vê ya baş îfade bikin û baş bidin fêm kirin ku kesên faîla  negirin û tenê wan  temaşe dikin jî şirîkê vê sûçê ye.

Di tarîx û dîrokê de gelek caran li dijî  îslam û mislimana de herb hatine kirin, lê belê tu carî bi ser neketine û xêra van herban tu  feydeya li kesî nehat. Em careke din bi vê wesîleyê bang li PKKê û alîgirên wî dikin ku bila dev ji neyartîya misilmanên kurd berdin. Bila ev baş bê zanîn ku li erdnîgarîyeke ku heq û mafên misilmana nayê naskirin de, ji zaliman re jî tu heq û maf wê neyê naskirin, ev rastîyeke ku divê nêyê ji bîr kirin e.

Em hemû misilmanên ku piştî şehadeta Aytaç Baran, li dijî êrîşên ku dixwestin misilmanên li herêmê tune bikin û li hember wan bi rûmet micadele kirin, em wan ji can û dil tebrik û pîroz dikin. Aytaç Baran di ber doza mubarek de, ji tu fedekarîya xwe neda paş û emrê xwe di ber xizmetê de feda kir. Em şehadeta Aytaç Baran pîroz û tebrîk dikin.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.