Ji Serokomar Erdogan ji Macron re: Karên ji hedê xwe der neke

Ji Serokomar Erdogan ji Macron re: Karên ji hedê xwe der neke

Serokomar Erdoganderbarê daxuyanîyên piştgirîyê yên ku ji teref Serokomarê Fransayê bo YPGê hatibû dayîn de diyar kir “Karên ji hedê xwe der neke.”

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partîyê Recep Tayyîp Erdogan beşdarî civîna berfirehkirî ya bajêran a partîya xwe bû û di civînê de axavtinek kir.

 “Karên ji hedê xwe der neke”

Erdogan derbarê daxuyanîyên Serokomarê Fransa Macron “Em dikarin di navbera Tirkîye û HDSyê de bibin navbeynkar” de wiha axivî: “ Ev beyan ji hedê kesê ku vê gotinê gotiye der e. Kî wezîfeyeke wisa da te? Karên ji hedê xwe der neke. Pêdivîya me bi navbeynkaran  tune ye. Gelo ji kengî ve problemeke Tirkîyê ya bi rêxistinên teroran li ser masê rûniştinê heye? Hûn dikarin bi rêxistinên terorê rûnin, lê Tirkîye di warê micadeleya bi rêxistinên terorê de weke ku li Efrînê bûye dê bike.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.