Ji STKyên Îslamî ji xelkê Sûrê re 2 TIR alîkarî

Ji STKyên Îslamî ji xelkê Sûrê re 2 TIR alîkarî

Di çarçoveya qampanyaya bi navê ‘Em ji Muhacirên Sûrê re bibin Ensar’ de alîkarîyên ku ji teref STKyên Rihayê û ÎHHyê ve hatibûn şandin wê ji xelkê Sûrê bên belavkirin.

Ji teref ÎHH û STKyên Rihayê ve di bergeha ‘Em ji Muhacirên Sûrê re bibin Ensar’ de 2 TIR alîkarî ji bona ku werin belavkirin ji STKyên Îslamî re hatin şandin.Hat diyarkirin 2 TIR alîkarîyên ku di nava wan de erzaq, batanî, soba ceyranê û hewcîtîyên hwd. hene wê ji xelkê Sûrê bên belavkirin.

Serokê Rêvebirê ÎHHê yê Diyarbekirê Veysî Çîçeklî di derbarê alîkarîyên ku wê bên kirin de daxuyanîyek da.Çîçeklî di daxuyanîya ku da de wiha ragihand: “Em wek ÎHHê ji bona karibin kesên hewcedar re alîkarî bikin her çi ji destên me tê em hewl didin da ku bikin. Me wek ÎHH ji qampanyaya ku ji teref STKyên  Îslamî yên Diyarbekirê dabûn destpêkirin re 2 TIR alîkarî şand. Me van alîkarîyan ji kesên ku qampanyayê birêve dibin re teslîm kir.”

Serokê Lijneya Îcrayê yê STKyên Îslamî yên Diyarbekirê Yunus Memîş jî di derbarê alîkarîyên ku hatine de wiha axivî: “Ji STKyên Rihayê îro alîkarîyekê pir watedar hat. 2 TIR alîkarîyên mîna batanî, erzaqî soba ceyranê û hwd. ji me re şandin.Em ê jî van alîkarîyên ku hatine bi şiklekî bi lez ji xelkê Sûrê re belavbikin. Ji bona mexdûrtîya li Sûrê ji holê were rakirin her çi ji destên me STKyan bê em ê bikin. Ev alîkarîya ku em ê bikin demkî ye. Ji ber vê yekê divê dewlet li wan kesên ku malên xwe terk kirine xwedî derkeve.”

Her weke ku tê zanîn berî vê 39 rojan derketina derve li navçê hatibû qedexekirin ku ev qedexe hêj berdewam dike.Ji bilî qedexê pevçûn jî li navçê didomîn.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.