Ji Umut-Derê Alîkariya Qirtasiyeyê
Komela Bankaya Ğidayê ya Umut-Dera Batmanê, li 200 xwendekarên muxtac û sêwî alîkariya qirtasîyeyê belav kirin.
Komela Bankaya Ğidayê ya Umut-Dera Batmanê alîkariya 200 xwendekarên muxtac û sêwî kir.
Sekreterê giştî yê komelê Nûrûllah Gunaydin, di vî warî de weha got: “Bi sedema destpêbûna sala perwerde û hîndekariyê ya 2014-2015an, me dest bi xebatên alîkariya li xwendekarên feqîr kir. Me li 200 xwendekarên muxtac û sêwî, çente û malzemên qirtasîyeyê belav kirin û pêlîstok xelat kirin.”
Sekreterê komelê da zanîn ku wê alîkariyên wan dewam bikin û di vî warî ji xêrxwazan hessasîyet xwest.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.