Ji Walîtiya Diyarbekirê daxuyaniya teqînê
Walîtiya Diyarbekirê di derbarê teqîna ku li navçeya Yenîşehîra Amedê pêk hat û bû sedema mirina kesek û birîndarbûna 4 zarokan de daxuyanî da.
Walîtiya Diyarbekirê di derbarê teqîna ku li navçeya Yenîşehîra Diyarbekirê pêk hat û bû sedema miriyek û 4 birîndaran de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ew kesê ku di teqînê de jiyana ji dest daye berê ji ber ku ew kes li ser navê PKKê çalakî pêk aniye di derbarê wî de tehqîqat dest pê kiriye.
Hat ragihandin piştî teqîna ku li Taxa Şehîtlîkê ya girêdayê navçeya Yenîşehîrê di kûçeya 236an de pêk hat de polês ji bo ciyê bûyerê hatin sewq kirin.
Di domahiya daxuyaniyê de wiha hat destnîşan kirin: “ Tehqîqatên ku di derbarê vê teqîna hanê de hat kirin dide nîşandan ku şexsekî bi navê E.Y yê ku zayîna wî 1997 ye jiyana xwe ji dest daye. Her wiha 4 kes jî birîndar bûne. Van kesên birîndar ji bo dermankirinê wan birin nexweşxanê.”
Di daxuyaniyê de wiha hat destnîşan kirin: “Di encama tehqîqatan de diyar bû ku ev kes ji ber ku li ser navê rêxistina terorê ya PKK/KCKyê çalakî lidar xistiye. Ji ber vê yekê di derbarê wî de berê tehqîqat hatibû destpê kirin.”
Di encama tehqîqatê de hat destnîşan kirin ku perçeyên narincokê ya ku bi destan hatiye çêkirin di nav tûpê de hatiye bicîkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.