Ji Walîtîyê di derbarê bûyerên Ferqînê de daxuyanî

Ji Walîtîyê di derbarê bûyerên Ferqînê de daxuyanî

Di serdegirtinên ku li navçeya Farqînê hatin kirin de PKKyîyek hat kuştin, 6 kesên ku di nav wan de DBPyî jî hebûn hatin binçavkirin û her wiha gelek zêde cebilxane hat bidestxistin.

Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve hatîye dayîn de hat ragihandin : “Di operasyonên ku bi beşdarbûna polês û cendirmeyan hatibû kirin de  6 kesên ku di nav wan de kesên DBPyî jî hebûn hatin binçavkirin û gelek zêde bombeyên desta,teqemenî û çekên lûle dirêj hatin bidestxistin.”

Hat ragihandin ku di operasyona ku 700 polês û esker beşdarî bûbû de her wiha ev alav û amûr hatin bidestxistin: “3 tifingên otomatik ên nêçîrê, 298 heb berikên tifinga nêçîrê, 439 heb berikên bîxî/kanasê, damançeyek, 53 bombeyên ku bi destan hatine çêkirin, 8 borîyên demîr ên jêkirî, 14 heb alavên bombe, 17 lître madeya kimyasal, 9 heb serikê roketan, amurên ên toz ji bona çêkirina teqemenîyê, 6 heb fîşekên roketavêj, 400 jeb torpîl,  bombeya ku bi tupê mitfaxê hatibû hazirkirin,kablo û gelek zêde cil û kinc.”

Di daxuyanîyê de her wiha hat ragihandin ku gelek zêde hendek hatine girtin û gelek zêde bombeyên ku ji bo teqandinê hatibûn amadekirin hatin îmhakirin.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.