Ji wesayîta polêsan gule hat berdan: 4 mirî
COLEMÊRG - Li navçeya Gevera Colemêrgê li gor îddîayan sileha di wesayîta polêsan de ji ber xwe teqiya.Di encama teqînê de 4 kes mirin.
Di derbarê mijarê de ji teref Walîtiya Colemêrê ve hat destnîşankirin îro di seat 10.00an de ji wesayîta bi zirx ji ber xwe gule hat berdan.Di encama bûyera ku pêk hat de kesên bi navê Rahmî Safhali, Necdet Îşozu, Serhat Buldan û Aydin Tumen jiyana xwe ji dest dan.
Di daxuyaniya ku hat dayîn de her wiha hat destnîşankirin polêsê ku di wesayîtê de wezîfedar bû hatiye binçavkirin û ji bo lêkolîna bûyerê mufettîş hatine tayînkirin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.