Ji xelkê Sûrê re alîkarî berdewam dikin
Di çarçoveya kampanyaya bi navê ‘Em ji Muhacirên Sûrê re Bibin Ensar’ yê ku li Diyarbekirê ji teref STKyên Îslamî ve hatibû destpêkirin de ji Rihayê ji xelkê Sûrê re TIRek alîkarî hat şandin.
Di çarçoveya kampanyaya bi navê ‘Em ji Muhacirên Sûrê re Bibin Ensar’ yê ku li Diyarbekirê ji teref STKyên Îslamî ve hatibû destpêkirin de ji Rihayê ji xelkê Sûrê re TIRek alîkarî hat kirin.
Li ser navê STKyan kesê bi navê Murat Koç daxuyaniyek da.Di daxuyaniya ku da de Murat Koç diyar kir alîkariya ku hatiye ji Rihayê hatiye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ez pêşî dixwazim li wan kesên ku van alîkariyan şandine re teşekur bikim.Li navçeya Sûra Amedê gelek zehmetî tên kişandin û ew ê STKyên Îslamî jî alîkariyên xwe bidomînin.Heta niha 6 hezar kesî ji bona alîkariyê muracatî me kirin.Em hewl didin van alîkariyên ku ji Diyarbekirê û derveye Diyarbekirê tên ji kesên feqîr re belav bikin.Ji ber vê yekê guh bidin vê banga Îslamî û me tenê nehêlin.”
Koç, di dawiya axavtina xwe de diyar kir heta ku li Sûrê zehmetî bi dawî bibin ew ê alîkariyên wan jî berdewam bikin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.