Ji xwendekar û weliyên Farqînî daxwaza pira serbask
Li ser Rêya Bejayî ya Amed û Farqînê, bi hezan xwendekarên ku dixwazin derbasî aliyê din bibin, her roj bi rîska qezayên trafîkê re rûbirû dimînin. Xwendekar û weliyên Farqînî ji rayedaran daxwaza pira serbask dikin.
Li navçeya Farqîna Amedê, li Taxên Yenişehir û Selahaddinê, xwendekarên Dibistana Seretayî ya Selahaddîn Eyyûbî û Lîseya Îmam Hatip a Anadoluyê ya Şehîd Özkan Özendi, li ser Rêya Bejayî ya Amed û Farqînê ji bo derbaskirina aliyê din ê rê zehmetiyê dikişînin. Nebûna tu tabelayên kêmkirina lezê yan jî pira serbask a peyayan (yaya üstgeçidi), bangewaziyê ji qezayan re dike.
Xwendekarên Lîseya Îmam Hatip a Anadoluyê ya Şehîd Özkan Özendi ku duh karneyên xwe girtin, di rojeva wan de daxwaza pira serbask (üstgeçit) hebû. Xwendekaran diyar kir ku ew di her çûnûhatina dibistanê de bi rîska qezayê re rûbirû dimînin û anîn ziman ku ew dixwazin serdema nû bi rîska sifir dest pê bikin.
“Heta ku em bi temamî emîn nebin ku erebe nîne, em nikarin derbasî aliyê din bibin”
Ji xwendekaran Roj Esat Bağcı weha got: "Bira vir kolana sereke ye. Ji ber ku li vir carinan tir dizîvirin, xeternak dibe. Her weha ji ber ku rê bi vîraje, dema ku em ji aliyekî ber bi aliyê din ve derbas dibin, em nikarin erebeyên ku tên bibînin. Dibistana me li vir e, wekî xwendekar em vir pir bikar tînin. Heke pira serbask li vir were çêkirin, dê pir baş bibe."

Beyzanur Neziroğluya ku anî ziman ew di dema derbaskirina aliyê din ê rê de pirsgirêkên mezin dijîn, ev îfade bikaranîn: "Em li ser vê rêyê di çûna aliyê din de pir zehmetiyê dikişînin. Hem tîrêj (trafik ışığı) nînin hem jî wesayît rê nadin peyayan. Li vir gelek qezayên trafîkê jî diqewimin. Heta ku em bi temamî emîn nebin ku erebe nîne, em nikarin derbasî aliyê din bibin. Erebeyên pir zêde jî di vir re derbas dibin, ji ber wê yekê em pir li bendê dimînin. Di rojên borî de motorsîkletekê li xwendekarekî xistibû. Ji ber wê, dema ku em derbasî aliyê din dibin, em bi dilerzî derbas dibin. Daxwaza me ev e ku ji bo cîhê behskirî tîrêjkirin û derbasa peyayan were çêkirin. Heke ne weha be, bi tu awayî derbasbûna me ya aliyê din ne mimkun e."
“2 salên din li pêşiya me hene, di vê heyamê de nayê zanîn ka dê çi bêt serê min”
Meryem Hedeftoz a ku bal kişand ser bilindbûna rîska qezayê ya xwendekarên dibistana seretayî jî weha got: "Gelek xwendekar her roj neçar in ku di vê rêyê re derbas bibin. Dema ku em li ser vê rêyê derbasî aliyê din dibin, rîska jiyana me heye, ji ber ku her gav dikare qezayek çêbibe. Her weha li vir dibistana seretayî û navîn jî hene. Em hinekî bitadbîr bin jî, zarokên piçûk ên ku di wê dibistanê de dixwînin, dibe ku wekî mezinan nebitadbîr bin. Li vir pira serbask şert e. Canyariya me girîng e, ji bo malbata me jî girîng e. Li vir gelek zarok û xwendekar hene, ji bo wan pira serbask şert e."
Mustafa Baran ê ku diyar kir piştî 2 salên ku li ser vê rêyê derbas kirine, naxwaze 2 salên din ên perwerdehiyê jî bi heman rîskan derbas bike, weha peyivî: "Wesayît ji vir bi lezûbez derbas dibin. Li aliyê din rawestgeh heye. Ji bo xwendekarên ku dê biçin aliyê din, gihandina wê rawestgehê pir zehmet e. Ji ber vê yekê em dixwazin ku li vir pira serbask were çêkirin. Ez 2 sal in li vir dixwînim û 2 salên din jî li pêşiya min hene, di vê heyamê de nayê zanîn ka dê çi bêt serê min. Her weha divê li vir tîrêjek jî hebe. Wesayît pir bi lez tên, em bi rîska mirinê re rûbirû ne."
“Nebûna tu pira serbask li vir xetereyê çêdike”
Ji weliyên xwendekaran Îlhan Gür weha destnîşan kir: "Ji ber ku vir rêya sereke ye, pirsgirêkên xwendekaran di mijara çûnûhatina dibistanê de hene. Nebûna tu pira serbask li vir xetereyê çêdike. Divê xebat werin kirin da ku welatî zarokên xwe bi ewlehî bişînin dibistanê. Çi pira serbask be çi jî rê be, gelek pirsgirêkên Farqînê hene. Hebûna pira serbask a li vir, ji bo welatiyan jî dibe ewlehî. Di vê mijarê de kî bixebite, dê were teqdîrkirin."
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.