Ji zilamekî 32 salî ku ketiye Çemê Malabadê hêna jî xeber nayê girtin
Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên cenderme, AFAD û ekîbên îtfaîyeyê ji bo dîtina zilamê 32 salî ku piştî ku ji bo hênikbûnê li navçeya Farqîn a Dîyarbekirê ket Çemê Malabadê winda bû, didomin.
Li navçeya Farqînê ya Dîyarbekirê, ji bo dîtina kesekî ku piştî ku ji bo hênikbûnê ketibû Çemê Malabadê winda bûbû, operasyona lêgerîn û xelaskirinê dest pê kir.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, bûyer doh êvarê li Çemê Malabadê, ku ji Taxa Gundewarê Malabadiyê ya navçeya Farqînê derbas dibe, qewimî. A.Y. (32) ku ji bo hênik bibe ketiye nav çem, piştî demekê winda bûye.
Piştî xeberdayînê ji herêmê re ekîbên cenderme, AFAD û tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên binavî yên Daîreya Îtfaîyeyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Dîyarbekirê hatin sewqkirin.
Ekîban ji bo gihîştina A.Yê ku di çem de winda bûbû, li herêmê xebateke lêgerîn û xelaskirinê ya berfireh dane destpêkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.