“Ji zimanê Akîlê Filîstînî girtîgehên sîyonîst Îsraîl”

“Ji zimanê Akîlê Filîstînî girtîgehên sîyonîst Îsraîl”

Di bernameya ‘Hevpeyvîna Girtîgehan- Ji Dinyayê Mînak’ ya ku Mazlûm Der û FÎDDERê li darxist de Velîd Akîl a ku 20 sal di girtîgehên sîyonîstan de mabû axivî.

Velîd Akîl di dest pêka axavtina xwe de xwe da nasîn û di derbarê xwe de wiha agahî da: Ez eslê Gazzeyî  me û 28 salî me. Di derheqê min de 16 car cezaya muebbetê hat dayîn. Ez 20 sal di girtîgahên sîyonîstan da man heta sala 2011an di guhartina êsîran de ez azad bûm.”

“Ji bo kesekî Filîstînî îşkence bi girtinê dest pê dike”

 Akîl axavtina xwe wiha domand: Dema kesekî Fîlîstînî dihat girtin êdî şkence ji bo wî kesî dest pê dikir. Dema ku kesên sîyonîstî dixwastin yekî bigrin bi ajan û kesên sîyonîstî yên rûyên wan girtî derdorê malan digirtin. Derîyê malê dişkandin û zilm û zordarîyê wî kesî derdest dikirin.

Akîl her wiha dest nişan kir: Ez bi xwe 5 meha di pirsiyarîyê de mam.  Di van 5 mehan de gelek îşkence li min hat kirin. îşkenceyên ku li min hatin kirin mîna bendika Fîlîstîn(Askiya Filîstîn), fetisandin û xeniqandin, odayên cemed.

“170 hevalên min di  greva birçîbûnê de şehîd bûn”

Akîl wiha dawî li axaftina xwe anî: Di girtîgehên sîyonîst Îsraîl de nêzî 6 hezar Filîstînî hene. Di nava van 6 hezar Filîstînî de  zarok û pîrek jî hebûn . Di girtîgehê de bi nexweşan re  tu kes eleqedar nedibû. Mîna pîrekekê ku ducanî bû dema dike zaroka xwe biwelidene tu kes pê eleqedar nebû. Ew pîrek  bi şiklekî dest û pêyên wê giredayî zaroka xwe di nava ambulansê de bi serê xwe welidand. Di encamê de ew dê û zarokê xwe2 salan bi hev du re di girtîgehê de man.  7 sala sîyonîst Îsraîl nehişt ku  em naskirîyên xwe bibenin. Her wiha ji ber ku di girtîgehê de zilm û zordarî, neheqî û zext li Filîstînîyan dihat kirin me dest bi greva birçîbûnê dikir. Di van grevên birçîbûnê de 170 hevalên min şehîd  bûn.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.