Jina ku li Êlihê bi rojan agahî jê nedihat girtin li mala xwe mirî hat dîtin
Li Êlihê (Batman) li ser îxbara ku ji ber bîhnên xirab ên ji qata zemînê ya apartmanekê dihatin hat kirin, rastiya xemgîn derket holê. Jina ku hat diyarkirin nêzî 45 salî ye û li malê tenê dijî mirî hat dîtin.
Li Taxa Gültepeyê ya Êlihê (Batman) li ser îxbara ku ji ber bîhna xirab a ji qata zemînê ya apartmanekê belav dibû hat kirin, derket holê ku jina ku hat diyar kirin di malê de tenê dijî jiyana xwe winda kiriye.
Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin, niştecîhên apartmanê ji ber bîhna xirab a giran ku bi rojan e li avahiyê belav dibû, rewş ragihandin Navenda Banga Lezgîn a 112an.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs, AFAD û agirvemirandinê (îtfaîye) bo cihê bûyerê hatin veguhastin.
Tîmên ku ketin malê, jina ku hat hînbûn nêzî 45 salî ye bêgerek (bêhareket) dîtin.
Di kontrola ku ji aliyê tîmên tenduristiyê ve hat kirin de hat tespîtkirin ku jinikê jiyana xwe winda kiriye.
Tê nirxandin ku jina ku nasnameya wê hîn nehatiye eşkerekirin nêzî 4 roj berê jiyana xwe winda kiriye, hat hînbûn di cenazeyê ku bo demeke dirêj di malê de mayî de xirabbûna di asta pêşketî de çêbûye.
Hat destnîşankirin ji ber rewşa ku cenaze lê bû tîmên AFADê di derxistina wî de zehmetî kişandin, li ser vê yekê bi piştevaniya tîmên agirvemirandinê ji malê hat derxistin.
Piştî xebata tîmên lêkolîna cihê bûyerê, cenazeyê jinikê bi mebesta tespîtkirina sedema teqez a mirina wê hat birin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.
Lêkolîna tîmên polîsan a li ser bûyerê berdewam dike.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.