Jji bo dijmin di navbera şiî bûyîn û sûnnî bûyînê de tu farq tune ye

Jji bo dijmin di navbera şiî bûyîn û sûnnî bûyînê de tu farq tune ye

Serokê Dînî ya Komara Îslamî ya Îranê Ayetullah Xamaney, destnîşan kir ku dijmin hewl dide da ku bi bihaneyên ‘Mezhep û qewmîyetê di nava misilmanan de fitne û îxtîlafab derbixe.

Xamaney, 4 Gulana 2015an endamên Kongreya Bîranîna Şehîdên Peşmerge yên Kurd û Misilman qebûl kiribû û bi wan re hevdîtinek pêk anî bû. Hûrgilîyên vê hevdîtine bi şiklekî nivîskî hat daxuyan kirin.

Xamaney di vê hevdîtinê de bi gelemperî bal kişand li ser mijara fitne û fesadîyê û wiha got: Dijmin bi hinceta ‘Mezhep û qawmiyetê  hewl didin da ku di nav misilmanan de fitne û fesadîyê derbixin.

Xamnaey axavtina xwe wiha domand: Dijmin îro dixwazin ku di herêma Kurdistanê de bê aramî û be huzurîyê derxin. Ji bo vî tiştî jî dixwazin ji ‘Mezheb û qewmîyetê sûdê werbigrin. Divê were zanîn,  ew kesên ku di bin kirasê şiîtîyê de êrîşî sûnnîyan dikin û her wiha ew kesên ku di bin kirasê sûnnîtîyê de êrîşî şiîyan dikin tu eleqeya wan bi dîn û îslamê re tune ye.

Xamaney wiha dest nişan kir: Îngilîz, di warê fitne û fesadîyê de xwedîyê tecrubeyên berfireh e, ingilîz gelekî baş dizanin di navbera misilmanan de fitne û îxtîlafan derxin. Îro ev lîstk di Kongreya Emrîka de di bin kirasê piştgiriya ehlî sunnetên Iraqê de tê lîstin.  Gelo bi rastî jî ew kes bi ehlî sunnet eleqedar in ku piştgirîye didin wan?

“Divê di vî warî de em vê firsetê nedin wan”

Xamaney wiha dawî li axaftina xwe anî: Belê, dijmin îro dixwazin ku di herêma Kurdistanê de bê aramî û be huzurîyê derxin. Ji bo vî tiştî jî dixwazin ji ‘Mezheb û qewmîyetê sûdê werbigrin. Divê di vî warî de em vê firsetê nedin wan.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.