‘Kabîneya nû ya hikûmeta herêmê 2ê nîsanê dest bi kar dibe’

‘Kabîneya nû ya hikûmeta herêmê 2ê nîsanê dest bi kar dibe’

Hewlêr, 27 Adar (AKnews) – Hat zanîn, 29ê adarê, cîgirê nû yê serokê Herêma Kurdistanê, Kosret Resûl dê li parlamentoya Kurdistanê sûnd bixwe. Her wiha hat gotin, kabîneya nû ya hikûmetê jî dê hefteya bê, dengê baweriyê ji parlamentoyê werbigire.

Jêderekî haydar ji parlamentoya Kurdistanê, ji AKnewsê re got, roja pêncşemê, cîgirê nû yê serokê herêmê, Kosret Resûl, dê li parlamentoyê sûnd bixwe û dengê baweriyê werbigire.

Jêderê han diyar kir, her wiha dê roja duşema bê (2ê nîsanê) dê kabîneya nû ya hikûmeta herêmê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî dê li parlamenterên Kurdistanê dengê baweriyê werbigire.

Wî jêderî, da zanîn, serokomarê Iraqê û sekreterê YNKê Celal Talebanî, ji ber destpêkirina civîna welatên erebî li Bexdayê û serokê herêmê Mesûd Barzanî jî ji ber serdana Amerîka û Ewrop, beşdarî merasimên han nabin.

Endamê polîtburoya PDKê, Kakemîn Necar, li bara vê yekê de ji AKnewsê re got, PDK dê di heyama 2-3 rojan de hemû wezîrên xwe destnîşan bike, lê heta niha biryara dawî nehatiye dayîn.

Berdevkê YNKê, Azad Cundiyanî jî got, YNK dê ji namzedekê zêdetir bo her wezaretekî xwe namzed bike, bo ku kesên jêhatî bên destnîşankirin.

sm AKnews

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.