Kampa penaberan a li Mêrdînê tê valakirin

Kampa penaberan a li Mêrdînê tê valakirin

MÊRDÎN - Kampa ku li Dêrika Çiyayê Maziya Mêrdînê ye û tê de 6 hezar û 500 penaberên Sûriyeyî dijî tê valakirin.

Hat ragihandin kampa ku berî vê 2 salan li Dêrika Çiyayê Maziya Mêrdînê ji bo penaberên Sûriyeyî hatibû vekirin  dê bê valakirin.Li gor agahiyên ku hatine wergirtin penaberên ku di vê kampê de diman dê li kampên  li Midyada Mêrdînê û Pirsûsa Rihayê bên bicîkirin.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin ji van 6 hezar û 500 penaberî, 4 hezar 500 penaber li kampa Pirsûsê û 2 hezar jî dê li kampa Midyadê bên bicîkirin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.