Kampanyaya boraqê ya Îho Ebrarê
Merkeza ÎHO EBRARa sazîya alîkariyê ya navneteweyî, li Hollandayê ye. Sazîyê bi rojeva boraqên 2014an, civîna xwe ya şêwrê ya 3an, li bajarê Den Haagê pêk anî.
ÎHO EBRARa sazîya alîkariyê ya navneteweyî, civîna xwe ya şêwrê ya 3an, bi rojeva Boraqên 2014an li bajarê Den Haaga bajarê Hollandayê pêk anî. Temsîlkarên saziyê yên Hollanda, Belçîka, Îngîltere û Fransayê tevlî civînê bûn.
Civîn di serokatiya Dr. Ebdurrehman Alpsoy de pêk hat û rojeva civînê boraqên 2014an bû. Temsîlkaran di heqê kampanyayên Qûmpere, malbata bira û alîkarîya acîl de agahî dan.
Serokê saziyê Dr. Alpsoy da zanîn ku hedefa wan ew e ku xwe bighînin bêtir mezlûm û mexdûran. Dil dikin ku îsal tenê li Hollandayê hezar boraq berhev bikin. Her wiha diyar kir ku bedêla qurbanên îsal, ji bo Tirkiye û Filistînê 180 yuro, ji bo Efrîka û welatên Asyayê jî 80 yuro ye.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.