Kardeş Dera Erxenî dest bi alîkarîyên meha Remezanê kir
Kardeş Dera ku li Erxenîyê fealîyet dike ji ber munasebeta meha Remezanê ji jar û feqîran re alîkarîya erzaqê kir.
Kardeş Dera ku endamê Platforma Alîkarîyê ya Umut Kerwanî di çarçoveya meha Remezanê dest bi alîkarîya feqîr û muxtacan kir. Hat diyarkirin ku ew ê komele heta dawîya meha Remezanê alîkarîyên xwe ji bo jar û feqîran bidomîne.
Mustafa Oz ê ku Serokê komisyona alîkarîyê ya Kardeş Derê ye di derbarê alîkarîyên ku tên kirin de wiha axivî: “Kardeş Der weke ku her sal di meha Remezanê de ji jar û feqîran re alîkarîyê dike bi heman awayî ew ê îsal jî alîkarîyên xwe di vê meha Remezanê de bidomîne.”
Oz wiha dawî li axatina xwe anî: “ Me îsal ji bona wan feqîr û jarên ku me berî niha tesbît kiribû re paketên erzaqan amede kir. Bi izna Xwedê em ê heta dawîya meha vê Remezanê alîkarîyan ji bona jar û feqîran bidomînin.(İLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.