Karên ku şaredarî nake esnaf dike

Karên ku şaredarî nake esnaf dike

Li navçeya Şemrexa Mêrdînê ji ber ku şaredarî paqijî nake esnaf bi derfetên xwe hewl didin ku ji vê yekê re çareseriyekê bikin û her wiha vê paqijiyê bi xwe pêk tînin.

Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qirşûqalên ku ava baranê berhev kiriye ji ber ku ji teref karkerên şaredariyê nayê paqijkirin esnafê navçeyê bi derfetên xwe hewl didin vê qirêjaya ku dibe sedema bêhna gemar ji holê radikin.

Ji esnanafê  şaredariyê Tuncay Artiş bang li rêvebirên şaredariyê kir ku karê xwe pêk bînin. Artiş destnîşankir ki ber ku li hawîrdor bêhna gemar tê muşteriyên wan êdî nayên li cem wan kirrîn û firotin nakin. Her wiha Artiş diyar kir qirşûqalên ku di hawîrdor de ye ew wek esnaf berhev dikin.

“Paqijiya ku şaredarî nake ez dikim”

Artiş wiha destnîşan kir: “Pastexaneya min heye. Ji ber ku hawîrdor qirêj e û ji hawîrdor bêhna gemar tê muşterî êdî nayên cem me. Ji ber vê yekê paqijaiya ku şaredarî nake ez dikim. Qirşên ku li vir berhev dibin bêhna pîs dide. Ji ber vê yekê gelek mişteriyên me êdî nayên vir. Min bi kevçikê qezenc dikir. Ji ber vê yekê min bi çoçikê winda kir. Ez dixwazim ku ev pirsgirêk ji teref rêvebiran ve were çareser kirin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.