Karkerê ku li Hollandayê di êrîşê de mir li Sîlopîyê hat definkirin

Karkerê ku li Hollandayê di êrîşê de mir li Sîlopîyê hat definkirin

Hamît Alturkê ku li Hollandayê di encama êrîşa çekdarî de canê xwe ji dest da, li navçeya Sîlopîya Şirnexê ya welatê xwe hat definkirin.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, Hamît Alturkê ku li bajara Asterdama Hollandayê di fîrmayekê Tirk de bi karkerî ji xwe de dixebitîya, di 27ê Tebaxa sala 2023yan de ji teref mirov an jî mirovên ku nasnameyên wan nayê zanîn ve dûçarê êrîşeke çekdarî bû.

Alturkê ku piştî êrîşê giran birîndar bû û ji nexweşxaneyê re hat rakirin, hefteyekî paşê canê xwe ji dest da.

Cenazeya Alturkê ku ji Tirkîyeyê re hat şîyandin li Sîlopîyê hat definkirin.

Malbata Hamît Alturkê jî dixwazin ku bira ev bûyer bê ronîkirin.

Aysa Alturka ku dixwaze failê mêrê wî bira bê dîtin, got ku ew ji rayedaran dixwazin ku bira ev bûyerê ronî bikin.

Asya Alturka ku Tirkî nizane, piştî wefata mêrê wî bi tevî 4 zarokên êtîm di ortê de maye.

Yasemîn Ozdemîra dotmama Hamît Alturk jî weha axivî, “Hamît Alturk 6 meh berê ji bona xebatê çû Hollandayê. 10 roj berê dûçarê êrîşekî bû, heftekî di nexweşxaneyê de ma. Heftekî paşê xebera wî ji me re hat ku wefat kirîye. Em ji konsulxaneya ku bi me re eleqeder bûye re teşekur dikin. Piştî ev bûyerê di paş Hamît Alturk de 4 heb êtîm mane. Em dixwazin ku bira dewlet ji vê meseleyê re dest bavêjê. Em dixwazin ku bira ji vana re alîkarîyê bike. Em dixwazin ku bira failê wî bê dîtin. Em dixwazin ku çi ji destê mezinên me tê bira bikin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.