Karkerên înşeatê ji bo ku rojî bigirin êvaran dixebitin

Karkerên înşeatê ji bo ku rojî bigirin êvaran dixebitin

Li navçeya Kahtaya Semsûrê karkerên ku di bin şert û mercên giran de li înşeatê dixebitin, ji bona karibin rojî bigirin êvaran dixebitin.

Karkerên înşeatê diyarkirin ku ji ber ku di vê meha Remezanê de hewa gelekî germ e mirov nikarî di bin germê de him rojî bigire û him jî bixebite.

Umît Balabanli yê ku ji karkarên li înşeatê dixebitî  wiha axivî: “ Ji ber ku em birojî nikarin li ber germê bixebitin, mecbur in ku  êvaran bixebitin. Bi vî awayî  em him rojîya xwe digirin û him jî dixebitin.”

Huseyîn Toprak ê ku xwedîyê înşeatê ye di derbarê vê mijarê de wiha ragihand: “ Hevalên me ji ber ku sibehan bi rojî ne, êvaran dixebitin. Hevalên me desten xwe ji hemû tiştî dikşînin û rojîya xwe digirin.  Ji ber vê yekê dema ku dixebitin ez wan aciz nakim.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.