Karkerên kartolan diyar kirin ku yewmiyeya wan kêm e

Karkerên kartolan diyar kirin ku yewmiyeya wan kêm e

RİHA - Li navçeya Cûrnê Reşa Rihayê karkerên ku kartol berhev dikin diyar kirin ku yewmiyeya wan kêm e. Ji ber vê yekê Wan destnîşan kirin ku yewmiyeya wan zêdetir bibe.

Li navçeya Cûrnê Reşa Rihayê karkerên ku kartol berhev dikin diyar kirin ku yewmiyeya wan kêm e. Ji ber vê yekê Wan destnîşan kirin ku ew dixwazin yewmiyeya wan bibe wekê yewmiyeya karkerên ku li Deşta Çukurovayê dixebitin zêdetir bibe.

Lutfî Çîftyurekê mixtarê taxê wiha axivî: “Ez mixtarê Taxa Bahçelîevlerê me. Ev 26 sal e ku ez dixebitim. Her wiha ez li Çokorovayê wek çawîşê karkeran qeydkirî me. Li welatê me hêdî hêdî qada îşê dest pê kir lê gor karkerên Deşta Çukurovayê biha û yewmiyeyê karkeran kêm e. Em hêvîdar in ku ji vir pê ve li vir biha zêde bibe. Em liwir wek yewmiye rojê ji bo 38 lîreyan dixebitin. Ev yewmiye li Deşta Çukurovayê ji 50 lîreyan kêmtir nîne. Karker qala ferqa li vir û ya Çukurovayê dikin.”

 “Yewmiyeya me kêm e, bes têra xwarina me dike”

Ji karkeran Îdîl Çîftçî wiha axivî: “Yewmiyeya me kêm e. Bes têra xwarina me dike. Bihayê nanekî bûye 1 lîre. Carinan em nikarin 4 nanan bistînin. Dema ku em carinan hesab dikin ev yewmiye dikeve 25 lîreyan. Em însanên feqîr in. Carinan em mecbûr dimînin ku bi zarokên xwe yên biçûk diçin îşê. Em nikarin debara xwe temîn bikin. Em dixwazin ku yewmiyeya me jî wekê ya Edenê bibe.”

Karkerê bi navê Îsmaîl Firat jî bal kişand ku ew ji ber bê derfetiyan mecbûr maye dev ji mektebê berdaye. Her wiha Firat jî diyar kir ku yewmiyeya wan kêm e. Dûvre wî wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ji sibe heta êvarê di bin rojê de dixebitin. 8 sal e ku em vî karê dikin. Ez mecbûr mam min dev ji mektebê berda. Min nekarî bixwînim. Milet li derên din 50-60 lîre distînin. Em li vir ji bo 38 lîreyan dixebitin.”

Karker Ahmet Çîftçî jî wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez li Rihayê diçim dibistanê. Havînan ez têm vir da ku bixebitim û xercane ji xwe re berhev bikim. Malbata min tenê nikare min bide xwendin. Dema ku em lê dinêrin yewmiyeya Meletî û Edenê zêde ye. Divê ku yewmiyeyê zêdetir bikin. Gelê me nikare kîloyek dem bistîne.” (ÎLKHA)

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.