Li Meletîyê helîkopter qeza kir: 4 mirî
Doh êvarê li navçeya Yeşîlyura Meletîyê helîkopterek leşkerî qeza kir û di encamê de 4 leşker canê xwe ji dest dan.
Li Taxa Samankoya navçeya Yeşîlyurt a Meletîyê doh di saet 18ç40an de helîkoptereke leşkerî ya ji tîpa S-70 Sikorsky qirm ket û qeza kir.
Di encama qezayê de 4 kesan canê xwe ji dest dan.
Hat îfadekirin ku nasnameya leşkerên ku canê xwe ji dest dane jî hatîye diyarkirin.
Nasnameya leşkerên ku canê xwe ji dest dane Balafirvanê Bejahî Bînbaşî Erdem Çîmen, Balafirvanê Bejahî Bînbaşî Orhun Pinar, Astsûbay Huseyîn Zehîr û Astsûbay Serkan Onder in. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.