Karwanê Hêvîyê yê Meletîyê ji 500 malbatên erdhejzedeyan re alîkarîya xwarinê kir

Karwanê Hêvîyê yê Meletîyê ji 500 malbatên erdhejzedeyan re alîkarîya xwarinê kir

Karwana Hêvîyê yê ku ji serê erdhejê heta niha xebatên xwe bênavber didomîne, ji hewcedarên erdhejê re 500 kolîyên xwarinê yên ku bi alîkarîya sazîyên derveyê welat ve hatine amadekirin belav kir.

Karwana Hêvîyê ku hem li nav welat hem jî li derveyê welat xebatên alîkarîyê dike, pêşî li bajarên ku ji erdhejê dûre jî li bajarên dinê xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne.

Li Meletîya ku ji erdheja 6ê Sibatê tesîrdar bû jî felîyetên alîkarîyê hatin kirin û bi vê şeklê Karwana Hêvîyê rûyê erdhejzedeyan kêfxweş kir.

Komeleya Ummeta Azad a ku sehaya xebata wî welatê Misir e, bi tevî sazîya Cemaetî Îslamîyyeyê li Kuweytê ji bo erdhejzedeyan re 500 kolîyên xwarinê şîyandin.

Karwana Hêvîyê ya Meletî yê ku li bajar xebatên xwe didomîne, alîkarîyên ku hatine şîyandin bi tevî dildarên Komeleya Ummeta Azad ve ji mirovên mexdûr û hewcedar re belav kirin.

Derheqê fealîyetê de ji teref Koordînatorê Karwana Hêvîyê yê Meletîyê Bahçet Sevgîlî ve axavtinek hat kirin û wî di axavtina xwe de weha got:

“Em ê bi îzna Xwedê 500 kolîyên xwarinê yên ku ji teref Komeleya Ummeta Azad ve hatîye bexşkirin, bi tevî wan ew ê ji birayên xwe yên mihtac re belav bikin.”

Alîkarê Serokê Komeleya Ummeta Azad Emen Hamîs jî diyar kir ku ew ji bona ku ji erdhejzedeyên Meletîyê re alîkarîyê bikin hatine li vê derê û dûre weha got, “Em ji Xwedê daxwaz dikin bira bi lez û bez ev musîbetê li ser serê me rake û me jî li ser xêrê bighêjîne hev. Ew ê birayên me yên ku di komeleya Şefeqa Şamê de ne jî li vê derê ji me re alîkarîyê bikin. Xeyn ji vana ew ê Komeleya Ayet Xêrê ya ku li Kûweytê ye jî hem di vê xebatê de hem jî di xebatên ku bên kirin de wê ji me re alîkarîyan bikin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.