KCDyê ambargo da ser Rûdawê

KCDyê ambargo da ser Rûdawê

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji bo şopandina Newroza Amedê akredîte da 580 rojnamevanan. Lê KCDê akredîte neda Rûdawê û nahêle ku Nûçegihan û xebatkarên Rûdawê Newroza Amedê bişopîne.

KCD ji bo pîrozbahiya sibê ya Newrozê ku dê li Amedê bê lidarxistin, akredîte da 580 rojnamevananan.  

Li gor malpera Rûdawê, Rûdawê  jî ji bo şopandina Newroza Amedê serî li KCDê da û xwest Newroza Amedê bişopîne û ji temaşevan û xwînerên xwe re ragihîne. Lê KCD’ê bêyî ku tu hincetan nîşan bide destûr û akredîte neda Rûdawê. 

wek tê zanîn di Newroza par de jî KCD’ê destûr nedabû ku Rûdaw Newroza Amedê bişopîne û ambargo danîbû ser Rûdawê. Tîmên Rûdawê li Enqere, Pirsûs û Stenbolê jî di dema şopandina nûçeyan de rastê êrîşan hatibu.

Xebatkarên Rûdawê heta niha bi dehan caran rastê êrîşên wê derdorê hatiye.  (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.