Keçên ciwan li Entabê dest bi nixumandinê kirine

Keçên ciwan li Entabê dest bi nixumandinê kirine

Di bernameyeke nixumandinê de ku ji teref Evîndarên Pêxember ên Entabê ve bi mijara "Ez Niyeta Xwe Dikim Ku Xwe Binixumînim, Fermana Te Fermana Min e" hate lidarxistin, keçên ciwan û malbatên wan di civînek watedar de hatin cem hev.

Di çarçoveya bernameyê de, keçên ciwan ên ku hîcab li xwe kirin bi çalakiyên cûrbecûr hatin pêşwazîkirin. Bername xwendina Quranê, îlahî û xwendina helbestan, û her weha axaftinên li ser girîngiya hîcab, heya û exlaqê pêk anî.

Di çalakiya ku li salonên civînê yên komeleyê hate lidarxistin de, beşdaran tekez kirin ku lixwekirina nixumandin ne tenê hilbijartina cil û bergan e, lê di heman demê de nîşaneya teslîmbûna ji bo fermana Xwedê û exlaqê baş e.

Di dawîya bernameyê de, keçên ciwan ên ku dest bi nixumandinê kirin, diyariyên cûrbecûr wergirtin, û malbatên wan jî di vê roja watedar de ji bo zarokên xwe beşdar bûn.

Rayedarên Komeleya Evîndarên Pêxember ên Entabê diyar kirin ku ji bona ku beşdarî pêşveçûna manewî ya ciwanên ku berê xwe didin nixumandinê bibin û wan teşwîq bikin bernameyên bi vî rengî ew ê berdewam bikin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.