KELA ZÊRZEWAN

Kela Zêrzewanê, li ser rîya Dîyarbekir û Mêrdînê ye. Ji Dîyarbekir dûrbûna wê teqrîben 45 km ye. 13 km jî dûrî navçeya Xana Axparê (Çınarê) ye. Niha li jêrî Kela Zêrzewan, bi navê Kelê (Demirölçek) gundek heye. Ev gund û Xanika Jêr (Aşağıkonak) bi ser heve nin. Li gorî gotinan, di sala 1890î de malbatek tê vê kelê, tê de bi cî dibe. Bi sal û zemanan hejmara vê malbatê zêde dibe û dibin 30 malbat. Ev malbat jî di sala 1967an de dadikevin jêrî kelê û bi navê “Kelê” gundekî ava dikin.  

Kela Zêrzewan, di navbera Diyarbekir û Mêrdînê de ji teref Împaratoriya Romayê ve li ser rîya bazirganîya antîk, ji bo baregeha leşkerî hatîye avakirin. Ev baregeh di nava sînorê Împaratoriya Romayê û Împaratoriya Sasanîyan de bi awayê garnîzoneke leşkerî hatîye avakirin. Kela Zêrzewan di wê wêxtê de, di nava Amed û Darayê de di noqteyeke stratejîk de bû. Darayê gundekî Mêrdînê ye û zêde kevnare ye.

Dîroka kelê, nêzîkî 3 hezar salî dûr dere. Di kolandinên arkeolojîk de mohrek hate dîtin ku aydîyê dewra Asûrîyan a hezar sal berî Mîladî ye. Di nav kelê de perestgeha (mabed) Mithras jî heye. Ev perestgeh hê di dema putperestîyê de hatîye avakirin. Li sînorê Romaya Rojhilat, ji vê mabedê pêvetir tu perestgeh tune bû. Ev dînê putperestîyê yê Roma bû. Gorî vê bawerîya pûtperestî, Mithras îlahê rojê bû û temamê kaînatê kontrol dikir. Îbadetê wan, ji ber bidizî dihatin dikirin, pir bisir bûn. Hemû perestgehê wan di bin erdê de bûn.

Împaratoriya Romayê, piştî dinê xirîstîyanî yanî dînê Mesîhî bi fermî qebûl kir, di nav kelê de dêr ava kirin. Li gorî teqwîma Miladî piştî Îsa (‘e.s), di navbera salên 400 û 700î de jî xizmeta vê kelê berdewam kirîye.

Kela Zêrzewan, li ser girekî bilindbûna wî 124 metre, li ser zinarekî hatîye avakirin. Li ser zemîna wê, xirbeyên belavbûyî û ciyê goristana wê, niha jî tên dîtin. Li gorî cade û kuçeyên wê, merev dinêre ku li hêla herema bakur, berjêr dibe meydana xanîya. Li hêla başûr, li cîyê bilind, saziyên mîrî henin. Di wê wextê de dora kelê, giş sûr bû ye. Di nava kelê de ji bo civakek jîyana xwe bidomîne, hertişt hatîye çêkirin û peydekirin. Bîrên avê, çalên erzaqa, tewlên hespa, axurên pez û dewaran, benda avê, sitargeh û gelek tiştên din hatine avakirin. Seleba avê 8 km ji dûrî kelê ve hatîye kişandin. Ji jor de heta jêr di bin erdê re tunêl hatîye kolan, daku wexta av nemine, ji çem avê bînin û di xeterê mezin de tê de xwe veşêrin. Ev tunêl niha xetimandî ye.

Di nav kelê de cihê saziyên mîrî, yê zêde hatîye parastin dêr e ku ber bi rojhilat û rojava ve ji çar cihî hatîye meydanê. Kela Zêrzewan bi cîhê xwe serdestê hemû newalê ye. Li ser rîya bazirganîya kevnare, qadek fire kontrol dike û garnîzoneke stratejîk ya Dewleta Romayê bû ye. Wê demê navê Kela Zêrzewan “Samachi” bû ye.

Di nava Dewleta Roma û Dewleta Sasanîyan de gelek şerên mezin li vê derê çêbûne.  Jixwe erda Kurdistanê timî meydana şerrê navbêna dewleta Roma û dewleta Sasanîyan bû. Hinek erda Kurdistan di bin dagirîya Dewleta Roma de bû, hinek jî di bin dagirîya Dewleta Sasanîyan de bû. Ji ber vî awayî gelên li ser vê erdê dijîyan, her tim ew dieciqîn. Ji bermayîyên heyî, tê fêhmkirin ku Kela Zêrzewan, heta salên navbera 400 û 700î yên miladî jî bikarhatî ye.

Ji bo dewra Romaya Rojhilat (Bîzans), derbarê Amedê de hetanî niha ji bo lêkolîneke berfireh, xebata kolanê nehatîye kirin. Di heqê vê herêmê û bi taybetî jî dîroka Dîyarbekirê de, ji alîyê dewrên klasîk ve pir zêde agahî nayên zanîn. Ji ber vê yekê lêkolîna Kela Zêrzewan girîng e.

Li Kela Zêrzewanê xebata kolanê ya ewil, di sala 2014an de, di navbera 4ê meha Tebaxê û 14ê Cotmehê de hat kirin. Ji wê demê û vir de xebata kolanê berdewam dike. Lİ Kela Zêrzewan xebatên arkeolojîk, bi destûra Wezareta Çand û Tûrîzmê û Midûrîyeta Giştî ya Hebûna Çand û Muzeyan dest pêkir. Xebatên arkeolojik yên Kela Zêrzewan, di bin îdara Midûrîyeta Muzeya Dîyarbekirê de, ji hêla Zanîngeha Dicleyê Fakulta Edebiyatê ve, ji alîyê Doç. Dr. Aytaç Coşkunê serokê Beşa Arkeolojîyê û ekîba wî ve tên meşandin. Aytaç Coşkun wiha dibêje: Di kolanê de neqeb û korîdorên veşarî, cîhê leşker lê dimînin, qonaxên sivîl lê dimînin û dêra di bin erdê de me destnîşan kirine. Li gorî beyana Aytaç Coşkun, wê 50 salî ev kolan dewam bike.

Kela Zêrzewan, li ser 60 donim meydanekê ye. Xirbekî 12-15 metro bilind e. Sûra wê 1200 metro dirêj e. Nêrîngeh û kelehoşka parastinê, 21 metro bilind e. Di kelhê de dêr, qesra rêvebirîyê, xanî, embarê zad û sîleha, mabeda binerdê, stargeh, gorên teht, cihokên avê û 54 sarincên avê hene. Bi qasî ser kelê, binê kelê jî ronayîyê dide ser dirokê.

Kela Zêrzewan li herêmê, avahîya pir girîng e. Ewê piştî demeke dûr bi xebatên kolanê, derbarê Dîyarbekir û dora wê de, ji bo dewra Bîzansê agahîyên muhîm derkevin holê. Eger bi projeyên restorasyonê û sazkirina derûdora wê xebat bên kirin û temam bibin daku zîyaretvan karibin lê bigerin, wê bibe warekî girîng yê tûrîzmê.

Kelhaamed

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.