“Kengî em ji rêya edaletê veqetîyabin em zeîf bûne”
Serokomar Erdogan di axavtina xwe ya ku di Şûraya Edaletê kir de balan kişand li ser ehemîyeta edaletê û diyar kir “Kengî em ji rêya edaletê veqetîyabin em zeîf bûne.”
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beşdarî Şûraya Edaletê ya ku ji teref Wezareta Edaletê ve hat tertîpkirin bû.
“ Em çi qas bi edaletê bigrin em ê ew qas bibin civakeke muferreh û bi hêz”
Serokomar Erdoganê ku beşdarî Şûraya Edaletê bû axavtinek kir û balan kişand li ser edaletê û wisa got: “Dema ku em li mazîyê dinêrin em dibînin ku çi wextê ku me xwe bi edaletê girtibe wê demê em bûne civakeke muferrah û bi aram û em hêz bûne û pêşve çûne; lê çi dema ku em ji rêya edaletê veqetîyane wê demê jî şem bi paşve çûne, zeîf bûne û di bin problemên hundir û derve de eciqîne.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.