Kesên Silopiyî mexdûrîyeta ku dijîn anîn ziman

Kesên Silopiyî mexdûrîyeta ku dijîn anîn ziman

Piştî rakirina qedexeya derketina derve kesên Silopiyî derd û kulên xwe anîn ziman.

Piştî ku li navçeya Silopiya Şernexê qedexeya derketina derve  ji bona nava rojê hat rakirin re tehrîbata ku li navçê pêk hatiye derket holê.Hemwelatiyan ji ber tahrîbatan êş û zehmetiya ku dikşînin anîn ziman.Xelkê Silopiyî ji ber tahribatan naçar mane.

Cengîz Yildirimê ku Silopiyî ye di derbarê mexdûrîyeta ku dijîn de diyar kir mala wan bi temametî xera bûye û ciheke ku ew herin  xwe bisperine tune ye.

Metîn Yaganê ku ji eskeriyê hatibû Silopiyê diyar kir dema ku ew vê tahrîbata ku hatiye kirin dît gelek xemgîn bûye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez duh ji eskeriyê hatim.Min dît ku taxa me bi temematî xera kirine û şewitandine.Min dît ku mala me şewitiye.Ez li Ardahanê li eskeriyê bûm û duh ez hatim. Ez hatim û min dît ku mala me şewitiye.A niha em li derve dimînin.Em ji kesên rayedar alîkarîyê dixwazim.”

Medîne Nasa ku di 10emîn roja qedexê de mala xwe terk kiribû û piştî ku qedexe hatibû rakirin re hatibû mala xwe diyar kir xanîya wê bi temametî hatiye xerakirin ku ev yek wê pir xemgîn kiriye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ne cil ne erzaq û ne tişteke din maye.Em dixwazin ku aştî çêbibe û di nava xweşiyê de bijîn.Em naxwazin tu kes mexdûr bibe. Divê berî kêlîkê alîkarî were kirin. Tu cihê me nemaye.”

Piştî rakirina qedexê li navçê tahrîbata ku hatiye dayîn ji teref kamerayan ve  hatin kişandin ku li navçê tahrîbateke gelek mezin xwe nîşan dide.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.