Keştî bin av bû: 42 mirî, 450 winda
QAHÎRE - Hat ragihandin li Misrê di Behra Spî de keştiyeke penaberan bin av bû, di encama binavbûna keştiyê de 42 kes jiyana xwe ji dest dan.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin li Misrê di Behra Spî de keştiyeke penaberan bin av bû, di encama binavbûna keştiyê de 42 kes jiyana xwe ji dest dan , 150 penaber hatin xelaskirin û ji 450 penaberî jî xeber nayê girtin.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê yê Misirê Xalîd Megahed di derbarê mijarê de destnîşan kir heta niha cesada 42 kesan ji behrê hatiye derxistin û ji 450 kesî jî xeber nayê girtin.
Lêgerîna 450 penaberên ku winda bûne hêj berdewam dike.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.