“Kezeba me şewitî bila ya kesekî din neşewite”

“Kezeba me şewitî bila ya kesekî din neşewite”

MÊRDÎN - Li Mêrdînê 2yê wî bira bi tevahî 3 zarok di ava qenalîzasyonê de xeniqîbûn. Malbatên kovandar idîa kirin ku îxmalkarî di vî yekê de heye. Dûvre wan wiha diyar kirin: “Kezeba me şewitî bila ya kesekî din neşewite.”

Li Taxa Gilhêrîna girêdayê navçeya Artukluya Mêrdînê 2 birayên bi navê Yasîn (7) û Eren Akdemîr (9) û Serhat Çapinê 8 salî doh di derdora saetên êvarê de di ava qenalîzasyonê de wek xeniqandî jiyana xwe ji dest dan.

Mamê Yasîn (7) û Eren Akdemîr (9) Hasan Akdemîr wiha diyar kir: “Ji ber ava bermayî ya şaredariyê golek çêbûye. Di encama vî yekê de kezeba me şewitî bila ya kesekî din neşewite.” Dûvre wî xwest ku demildest bila demildest ji bo vî yekê çareserî were kirin.

 “Heke îxmalkarî tunebûya dê ev bûyer neqewimiya”

Mucvel Akbaciyê mixtarê Ortakoyê idîa kir ku îxmalkarî di vî yekê de heye. Dûvre Akbaci wiha pê de çû: “Êdî em dixwazin ku ava qenalîzasyonê were asêkirin. 3 can çû. Em naxwazin ku canê kesekî din bişewite. Em him ji ber tendirustî û him jî ji ber ewlehiyê bila ev av were asêkirin. Ev ava ku devdora wî vekiriye xeternak e. Heke îxmalkarî tunebûya dê ev bûyer neqewimiya.”

 “Kezeba me şewitî bila ya kesekî din neşewite”

Mamê Yasîn (7) û Eren Akdemîr (9) Hasan Akdemîr wiha diyar kir: “Ji ber ava bermayî ya şaredariyê golek çêbûye. Di encama vî yekê de kezeba me şewitî bila ya kesekî din neşewite. Ji ber vî yekê em dixwazin ku bi têlan pêşgiriya vî yekê were girtin. Yekê wî 7 ê din 9 salî 2 biraziyên min ji ber ku pêşgirî nehat girtin wefat kirin. Kezeba me şewitî bila ya kesekî din neşewite. Bila êdî demildest jî vî yekê re çareserî werekirin.”

 “Malbat perîşan in, bila êdî rêvebir ji vî yekê re pêşgiriyekî bikin”

Lokman Koçê ji nişteciyên taxê destnîşan kir ji bo ku carek din şewat û kovandariyekî wiha çênebe pêwîst e ku rêvebir ji vî yekê re demildest çarekî were dîtin. Her wiha Koç ragihandin ku kûrahiya vî avê 3 mêtre ye. Ji ber vî yekê ev av pirr xeternak e malbat perîşan in, bila êdî rêvebir ji vî yekê re pêşgiriyekî bikin. (ÎLKHA)



 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.