Koç kirina xelkê Cizîrê didome

Koç kirina xelkê Cizîrê didome

Li navçeya Cizîra Şernexê ya ku hêj qedexeya derketina derve didome ji ber ku gel ditirse gel ji navçeyê koç dike.

Li Cizîrê di hinek taxên ku qedexeya derketina derve didome de operasyon didomin. Gelê Cizîrê jî ji ber ku naxwaze bibe hedefa guleyan navçeyê terk dike.

34 roj e ku li Cizîrê qedexeya derketina derve didome. Her wiha di vê demê de tîje kirina kortan û rakirina berîqetan jî didome. Li taxên Yafes û Nûra Cizîrê rakirina berîqetan ê ku heftiya borî dest pê kiribû didome. Her wiha hat ragihandin ku li Taxa Cûdiyê dest bi saz kirina qereqolê hatiye kirin.

Heta îro ji ber pevçûnên ku li Cizîrê qewimiye 18 siwîl, 6 esker û 3 polês jiyana xwe ji dest dane û 296 PKKyî jî hatine kuştin.

Di rojên berê de li taxên Dagkapi, Alîbey û Şahê ji ber ku bombe û roketan îsabetê malan kiribûn 4 kes jiyana xwe ji dest dabûn û nêzê 10 kesan jî birîndar bûbûn. Dema  li van taxên ku berîqet û kort tunebûn jî ji pevçûnê bandordar bûn diltirsiya gel zêde bû û gel ji bo ku zirarê nebîne dest bi terk kirina malên xwe  kir.

Ji ber pevçûn û kaosê heta îro li herêm nêzê 500 hezar kes malên xwe terk kirin û dîmenên nû yên ku aydê kolanên Cizîrê ne jî nîşanê me didin ku li herêm hêj jî koç kirin didome.

Her wiha paçikên sipî yên di destê zarokên ku navçeyê terk dikin de  wehameta rewşa herêmê carek din tîne ber çavan. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.