Koçkirina xelkê berdewam dike

Koçkirina xelkê berdewam dike

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ya ku ji teref mensûbên PKKê ve lê ji zêdetirî 200î çal hatibûn kolan û barîkat hatibûn danîn xelk cardin dest bi terikandina navçê kir.

Li gor agahîyan li navçeya Nisêbîna Mêrdînê kesên PKKyî ji zêdetitî 200î çal kolane û barîkat danîne.Ji ber vê yekê xelk mitale dike ku cardin li navçê qedexe bê îlankirin, ji ber vê yekê xelk navçê diterikene.

Hemwelatî diyar kirin li navçeya ku cih cih pevçûn lê berdewam dikin  nêz e ku qedexe bê îlankirin. Ji ber vê yekê hemwelatî digel eşyayên ku dikarin hilbigirin navçê terk dikin.

Ji hemwalîtiyên ku mecbûr maye navçê biterikene yê bi navê Alî D.  di derbarê rewşa navçê de wiha axivî: “Kesên PKKyî li derdora mala me teqemenî bi cî kirine, ji ber vê yekê em mecbûr man ku mala xwe terk bikin. Ne tenê em hema hema tu kes li taxê nemaye. Kesên ku mane jî çûne ba naskirîyên xwe. Xwedê Teala heqê me li ba wan nehêle.Jixwe em feqîr bûn a niha jî em li kolanan man.Xwedê Teala wan kesên ku ji vê yekê re bûne sebeb qehr û perîşan bike.”

Li navçeya ku ji 15 taxan pêk tê li taxên Abdulkadîr Paşa, Firat , Dîcle û li Yenîşehîrê ji tarîxa 14ê Sibata 2015an vir ve derketina derve hatiye qedexekirin.Her wiha ev qedexe di 21ê Sibatê de hatibû berfirehkirin û li temamê navçê qedexe hatibû îlankirin.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.