Komela Mustezef-Der, Bi Qirara Mehkemê Hat Girtin
Komela Mustezef-Der, Bi Qirara Mehkemê Hat Girtin
Mesûlên derbeya 28ê Sibatê desteser dibin, der heqê wan de, lêpirsîn û lêkolîn tê kirin, hikûmet bi doza 28ê Sibatê pesnê xwe dide. Lê mixabin hiş û zîhniyeta 28ê Sibatê dewam dike. Vê zîhniyeta sîtemkar, bi piranî dijminantiya Îslam û musluman û şîarên Îslamê dike. Te’dew neheqiyên li ser hîcaba jin û qîzên muslumana, di mekteb û qamûsalê de, HÎLE û neheqiyên li ser komel û saziyên sivîl yên dînî, zulma vê zîhniyetê eşkere dike. Yek ji van zulma zîhniyeta 28ê Sibatê jî, girtina komela Mustezef-Der e ku bêhiqûq û neheqî ye.
Komela piştevaniya bi mustezefan re Mustezef-Der, ya ku merkeza wê li Diyarbekir e, bi qirara mehkemê resmî hat girtin. komel, bi serekên şûbeyan civîna re îstîşare KİR, paşê jî beyenata medyayê diyar kir.
Komela Mustezef-Der, di sala 2004an de hatibû ava kirin. Derd û ğîret û amanca wê, ev bû ku ji aliyê civakî, kulturî, aborî ve, bi maddî û me’newî alîkarî û piştevaniya millet û mezlum û belengazan bike.
Di sebebê girtina komelê de, tê gotin ku alîkariya zarok û maliyên girtiyên Hîzbûllahiya kiriye, kovara Înzara legal, di komelê de daye peyda kirin.
Li ser girtina komelê, tepkî zêde dibin. Qirara girtinê, ji aliyê parêzer, hiqûqnas û saziyên sivîl ve, sert hat şermezar kirin. Li Intabê, platforma Wefaya ji Ehdê re, diyar kir ku qirar, binpê kirina heqên însana ye, derizandina prensîbên dewleta hiqûq e, dewamiya zîhniyeta 28ê Sibatê ye. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.