Komkujiya Helebçeyê (3)

Ji Zimanê Şahidan Helebçe

Rojnamevan Ramazan Ozturk ku di wê demê de yekem car bi wêneyên xwe komkujî ji cîhanê re ragihand. roja yekem a çûyîna Helebçeyê wiha vedibêje:

“Helebçe li cihekî vala ye û her çiqas derdora wê çiyayî be jî lê herêmeke berfireh e. Em daketin girê ku goristan lê ye. Ji ber ku şer didomiya me nikarîbû herin nav bajêr. Heya êvarê wextê me hebû. Dema em daketin erdê, me şopa wê qetlîama hovane dît. Heywan bandor bûne, hinek mirine, hinek nikarin rabin, hinek jî di nalîn... Ji cihê ku em lê daketin, heta ku em ketin bajêr em rastî kapsulên vala hatin. Li cihê ku kapsul lê ketibûn çalên mezin hatibûn vekirin... Bajarekî mezin bû û li der û dora xwe tiştekî sax tune bû. Bêdengiyek tirsdêr hebû. Dengê çûkan jî nedihat. Bêdengiyek ‘ecêb bû... Me dest bi rêveçûna nav bajêr kir. Dema ku em ketin kolanan, li çep û rastê xwe me dest bi dîtina cenazeyan kir. Cesed reş û şîn bibû û êdî rizyayî bûn û bêhneke xurt li bajêr hebû. Dema em li bajêr geriyan, me mezinahiya komkujiyê dît. Em li hundirê malan, li binê deriyan û li kolanan bi cenazeyan re rû bi rû man. Cenazeyên ku me dîtin hemû yên zarok, keçên ciwan, jin, kal bûn. Bi awayekî hovane hatibûn qetilkirin. Bi xeniqandinê hatin qetilkirin, çav û kezebên wan şewitîn, organên hundirîn wan hatibûn perçe kirin.”

Her wiha Helebçe û meha adarê tiştên din tîne bîra me… “Dîrok tenê xwe dubare dike.” duh li Helebçeyê, iro seranserê cîhanê xwîna mezlûm û bindestan tê rijandin… Rojek tune ku ji ber bawerîya xwe, ji boy mafê xwe; Bila me qêrîna dilşikestî ya bindestan û bêkesan, ên ku heqaret û êrîş li wan hatinkirin û xwestin bên tunekirin, îxanet û helwestên rezîl yên desthilatdaran nebinin.

Em hîna jî şahidê neheqî, newekhevî, bêhiqûqî û bêedaletiya ku li seranserê cîhanê, li ser mezlûm û Mislimanên ku hewl didin bi awayê ku Xwedê dixwaze bijîn û heqq û mafê xwe yê însanî bi destxin.

Dema ku sûcdarên rastîn li derve kêfa xwe dikirin, bi hezaran mirovên bêguneh ên ku wan wek bergumanên sûc girtibûn, xistin zindanan û rastî îşkenceyên ku nayên xeyalkirin û hovane li wan hatin kirin...

Bîranîna gotina “Yê ku ji dîroka xwe ders negire bi ‘îbret e”; Dîrok bi êşên ku endamên ummeta îslamî ya qels re rû bi rû mane tije ye. Bi taybetî Arakan, Filistîn, Misrê, Sûrî, Afganîstan, Çeçenîstan, Bosna, Yemen, Kurdistan û welatên din yên îslamî... Li van hemû cihan ji aliyê desthilatdaran, ew idarevanên welatên Îslamê ve neheqî li misilmanan, li însanê mezlûm û bindest tê kirin û tên meğdûr kirin.

Û welatê em lê dijîn... Li van erdnîgaran em şahidiya ğemgîniya dayik, jin, zarok û xwişk û birayên Yûsufiyan ên ku di rêya Xweda de tekoşîna xwe dan, ji ber vê sedemê li zîndan zîndan hatin sirgûnkirin û bi salan dilê Yûsufiyan li ser wan şevitî û dişewitin. Ev neheqî wê bibin belgeya şehadeta wan. Lê divê ev belge neyê jibîrkirin, dê bibe belgeya şahidiya zilma zaliman jî!..

Wek ‘Elî Şerî’etî got;

Ey birayê minê “azad” yên hêsîr! Însanê ku belayê nîmet dizanin; Ew girtîbûnê wekî helwet, sirgûnê hîcret, kuştina di rêya Xwedê de wekî şehadet dihesibîne... Ey birayê minê hêsîr lê di heqîqetê de “azad”! Em zirar dikin da ku Îslam bi ser bikeve. Ji bo ku Îslam bi qûwwet bibe em xwe qurban dikin, ji bo Îslam bijîn em dimirin, ji bo gelê Îslamê sax û selametîyê de be em di nava tirsê de dijîn...

Belê... Zalim difikirin ku mezlûm bi tenê û bêhêz in, lê zalim ji bîr dikin ku hamîyê mezlûman Xwedayê qehhar e. “Hûn nefikirin ku Xweda ji karê zaliman bêhaydar e! Lê belê Xweda wan (ji bo ceza bike) taloq dike heya rojekê ku çav ji tirsan wê cihê xwe bipengizin.” (Îbrahîm-42)

Xweda, hamîyê mezlûm û mustez’efan; Mizgîniyê dide ku tu carî wan bi tenê nahêle û wê wan bike mîratgir û îmamên dinyayê…

"Me jî xwest ku em li wan mustez’efên li wê derê (yên zilm li wan tê kirin) em litfa xwe li wan bikin, wan bikin îmamên pêşeng û bikin waris." (Qesas-5)

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.