Kongreya Asayî ya 2yemîn a Teşkîlata Bajarê Diyarbekirê yê HUDA PARê hat tertîpkirin

Kongreya Asayî ya 2yemîn a Teşkîlata Bajarê Diyarbekirê yê HUDA PARê hat tertîpkirin

Kongreya Asayî ya 2yemîn a Teşkîlata Bajarê Diyarbekirê yê HUDA PARê bi beşdarbûna Serokê Giştî Zekerîya Yapicioglû hat tertînkirin. Serokbajarê nû bû Metîn Kaya.

Kongreya Asayî ya 2yemîn a Teşkîlata Bajarê Diyarbekirê yê HUDA PARê hat tertîpkirin. Kongreya li Salona Werzîşê ya Seyrantepeyê hat tertîbkirin û bi xwendina Qur’ana Pîroz dest pê kir.

 Kongreya ku Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglû beşdar bû piştî hejmar hat kirin dîvan hat sazkirin. Piştî sazkirina dîwanê rapora malî û falîyetan hat xwendin.

Axaftina silavdayînê ji teref Serokbajarê HUDA PARê yê Diyarbekirê yê kevn Şehmus Tanrikûlû ve hat kirin û îfade kir ku wan di nava sê salan de li Diyarbekirê di warê sîyasî û dîrokî de gelek xebat kirîye.

“Di hemû karên em bikin de emê riza Xweda li pêşîya her tiştî bigrin”

Piştî axaftina Şehmûs Tanrikûlû, Metîn Kaya bû Serokbajarê HUDA PARê yê Diyarbekirê yê nû.            Kaya, îfade kir ku ji bo ew ji vê wezîfê re bibe layiq çi ji destê wî were wê bike û wiha got: “Bi vê wezîfeya pîroz ez di serî de ji serokbajarê me birêz Şehmûs Tanrikûlû û teşkîlatên me re teşekur dikim. Birayên min ev wezîfeya heta îro çawa layiq bû anîn bi cîh. Ev ala pîroz heta vê rojê anîn. Bi îzna xwedê ji îro pêve emê em ala wan anîye ji destê wan bigrinû û bibin pêş. Ez û teşkîlata xwe em dizanin bê em ketine bin barekê çiqas giran. Bi alîkarîya Xweda emê vî barê bi şiklekî herî baş hilgirin û we mehcûp nekin. Di vê pêvajoyê de dema me xeta û xeletîyek kir me hişyar bikin; dema me tiştên rast û dirist jî kirin ji mere bibin alîkar û piştgir. Bila tu şek û şupha we tinebe emê li gor razîbûna Xweda vê micadela xwe dewam bikin. Xweda tu carî me ji rêya xwe nede dûrxistin.”

Kaya, di berdewam axaftina xwe de îfade kir ku li çar terefê dinyayê xwîna Mislimana diherike û wiha got: “Bi mîlyonan Misliman li ser axên xwe bûnin mihacir. Emperyalîst, sîyonîst û komonîstê vampîr êrîşî mezlûm û mistezefan dikin û xwîna wan diherikînin. Misliman perîşan bûnin, Qudus di bin îşxalê de ye, Fîlîstînî tên qetilkirin, Sûrye bûye wek gola xwînê, Afxanîstan her roj tê bombebarankirin, Yemen hatîye hilweşandin, Araqan xwîn digrî, zîndanê Misrê bi Mislimana hatîye dagirtin û Erebîstan ji xerbê re bûye xizmetkar. Ey ummet ev çi hale? Ka tê kengî hişyar bibe? Ka biratî li ku ma? Kanî ummet? Binerin halê dinyayê eve. Ya Rabbî tu vê ummetê ji vî halê perîşan xelas bike. Welatê me ji vê çala agir ne dûr e. Em jî heta ber vî agirî çûnin. Di ve ku agir bighêji me jî. Em di demeke wisa de dijîn ku neheqî, bêhiqûqî û alîgirîyê serî girtîye çûye. Dema li herkesî edalet tê belavkirin kesên dîndar di zîndanan de bi neheqî dimînin. Ya Rabbî tu deryakî xêrê li wan birayên me veke.”

“Ji bo em pisgirêkan ji holê rakin emê bişev û roj bixebitin”

Kaya, di dawîya axaftina xwe de wiha got: “Ma hewcebû bajarê sehabeyan Diyarbekir têkeve vî halî? Bêexlaqî, tiryak, bêrêyî û bê karî gîhaye asta herî bilind. Biratî ji holê hatîye rakirin. Civaka me ji hevre bûnin neyar. Demekê hin kesan li ser navê mafê Kurdan bajarê Kurda tev kola û kir çal. Dema wan kesana çal vedikirin, karbidestên dewletê jî ew temaşe dikirin. Gotin “Pêvajoya Çareserîyê”. Lê belê ew pêvajo ji bo Kurdan bû pêvajoya perîşanîyê. Ên li serê çîya û yên li bajan teva li Kurdên xeriban xistin. Mafên do dan xelkê deverê îro dîsa yek biyek ji wan tê stendin. Rêxistin dibêje wan mafana bi xêramin hat dayîn. Dewlet jî dibêje biner min ew heqana da û way min girt. Disa di nav herdûwan de xelkî xerîban ezîyetê dibînin. Belê dewlet dibêji ‘ey Dîyarbekir, min tu maf neda te. Min temamê mafan da rêxistinê û dema navbera min û wê xira bû min ew dîsa girt’. Esnafên me, mamûmrên me, ciwanên me, dayik û xuşkên me tev hatine perîşankirin. Diyarbekira me di navbera dewlet û rêxistinê de hat perîşankirin. Ji bo sîyeseta xwe ev gela perîşan kirin. Tenê em dixwazin van tiştana bi bîra we bixin. Hûn galê Diyarbekirê ji me çêtir zanin. Hûn pirsgirêkên manewî çêtir dizanin. Bi îzna Xweda emê şev û roj bixebitin û pirsgirêkan çareser bikin. Emê bi were kolan kolan, cadde cadde, mal bimal û gund bi gund bigerin û pirsgirêkên gelê xwe tesbît bikin û ji bo çareserîyê çi ji destê me were emê bikin.

ÎLKHA






















































 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.