Kongreya Tibba Nebewî
Komela Fêmkirin û Behskirina Hz Muhemmed ya navneteweyî, li Enqerê ji bo du rojan Kongreya Tibba Nebewî ya Navneteweyî li dar xist.
Kongre bi xwendina Quranê dest pê kir. Di kongreyê de Wezîrê Tendurustiyê Mehmet Muezzînoğlu xeberdanek kir. Alîkarê serokwezîr Emrûllah Îşler jî îfade kir ku wê Tibba Nebewî, di gelek mijaran de ji tibbê re rê veke.
Endama Heyeta Şêwrê ya Kongreyê Sare Davûtoğlu jî axivî.
Kongre du rojan dewam dike. Wê lêkolîner û akademîsyenên tib, îlahiyat, hiqûq, sosyolojî, psîkolojî û etîkê, di heqê Tibba Nebewî de nirxandinên xwe pêş bikin.
BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.