Lawekî Şehîd Aytaç Baran hat dinyayê
Lawekî Serokê Yenî Îhya-Derê Şehîd Aytaç Baranê ku 9ê hezîranê ji teref PKKyîyan ve hatibû şehîdkirin welidî.Baran zewicî bû û bavê 3 zarokan bû, duh jî zaroka wî ya 4emîn çavên xwe li jiyanê vekir.
Lawekî Şehîd Aytaç Baranê ku 9ê hezîranê ji teref PKKyîyan ve hatibû şehîdkirin welidî.Baran zewicî bû û bavê 3 zarokan bû, duh jî zarokê wî ya 4 emîn çavên xwe li jiyanê vekir.Her wek ku tê zanîn Aytaç Baran di arafeya meha Remezanê de ji mala xwe derketibû û diçû wê komeleya ku lê xizmet dikir, Baran dema ku bi ber komeleyê ve diçû ji teref PKKyîyan ve hatibû şehîdkirin.
Aytaç Baran hê dema ku sax bû gotibû ‘Eger lawekî min çêbibe ez ê navê Yasîn lê bikim, heger qîz çêbibe ez ê navê Esma lê bikim.’Ji ber vê daxwazê malbata wî qerar da navê lawên xwe bixin Aytaç Yasîn.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.