LÊGERÎNA DERBEYAN
Meclîs, ji bo lêgerîna mûxtira û derbeyan, çar komîsyon ava kir
LÊGERÎNA DERBEYAN
MECLÎS JI BO LÊGERÎNA DERBEYAN, 4 KOMÎSYON AVA KIR
Meclîs, ji bo lêgerîna mûxtira û derbeyan, çar komîsyon ava kir. Bi vî awayî dixwaze ku bi tarîxa derbeya rû bi rû bibe.
Sereka komîsyona lêgerîna mûxtira û derbeyan Nîmet Baş, diyar kir ku ji bo lêgerîna derbeya 1960 û 1980 an, mûxtira 1971ê û postmodern derbeya 28ê Sibatê, 3 heb binkomîsyon saz kirine.
Sereka komîsyonê Nîmet Baş, di cewabdana pirsên medyayê de weha got “Di civîna me ya berê de, teklîfa sîstema serektiyê, ji bo gengeşiyê hatibû diyar kirin. Niha me sê heb binkomîsyon saz kirine. Ewê heyeta van her sê binkomîsyona li ser derbeyên 1960 û 1980an, mûxtira 1971ê û postmodern derbeya 28ê Sibatê, lêgerînê bikin. Mersele û teklîfên ku emê li ser gengeşiyê bikin, ewê bînin komîsyona ser.”
bangaheq
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.