Leşkerekî din ê cihûd piştî vegera ji komkujiya Xezzeyê xwe kuşt
Rejîma sîyonîst piştî xizmeta li Xezzeyê xwekuştina di nav leşkerên xwe de zêde dike. Ji destpêka qirkirinê vir ve, tê gotin ku herî kêm 48 leşkerên îşxalker xwekuştine.
Leşkerekî yedek doh li herêma Daristana Swîsreyê ya li bakurê herêmên îşxalkirî xwe kuşt. Leşkerê 28 salî vê dawiyê ji qirkirina li Xezzeyê vegeriyabû. Rayedarên polês û leşkerî diyar kirin ku xwekuştin bi teqandina bombeyekê pêk hatiye.
Li gorî medyaya herêmî, di sala 2025an de herî kêm 18 leşkerên îşxalker xwe kuştine. Par ev hejmar wekî 21 hatibû qeydkirin. Ji destpêka qirkirinê li Xezzeyê di 7ê Cotmeha 2023an de, li gorî raporê herî kêm 48 leşkerên îşxalker xwe kuştine.
Li gorî agahiyên ku ji teref Şîrketa Weşanê ya îsraîlê ve hatine ragihandin, piraniya xwekuştinan bi trawmaya ku di dema qirkirina li Xezzeyê de hatiye jiyîn û zextên psîkolojîk ên mayîna dirêj li herêmên şer ve girêdayî ne. Piraniya leşkerên ku xwe dikujin di rastiyê de rezervîst in.
Rojnameya Haaretz ragihand ku piraniya leşkerên ku xwe kuştine ji ber bûyerên ku di dema komkujiyan de jiyane pir tesîrdar bûne. Hejmara leşkerên ku red dikin vegerin Xezzeyê jî di nav rejîma sîyonîst de zêde dibe.
Li gorî Yediot Ahronot, yekîneya rehabîlîtasyonê ya qaşo Wezareta Parastinê ya rejîma sîyonîst niha nêzîkî 80 hezar leşkerên birîndar derman dike, ku 26 hezar ji wan ji tengasiya derûnî dikişînin. Zêdetirî nîvê budceya salane ya yekîneyê, ku nêzîkî 4.2 milyar şekel (1.2 milyar dolar) e, ji bo çareserkirina tengasiya derûnî tê veqetandin.
Di gotareke berê de ku di Maarivê de hatibû weşandin, nivîskar û analîst Efraim Ganor trawmaya piştî şer û xwekuştinê wekî "epîdemiyeke bêdeng" bi nav kir, û diyar kir ku ev rewş dê bi awayekî berbiçavtir û xeternaktir derkeve holê dema ku şer bi dawî bibe.
Ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve, qirkirina ku ji teref rejîma sîyonîst a ku ji teref Emrîkayê ve tê piştgirîkirin ve li Xezzeyê hatiye kirin, bûye sedema şehîdbûn û birîndarbûna zêdetirî 211 hezar Filistîniyan û koçberbûna bi sed hezaran kesan, ku piraniya wan zarok û jin in. Krîza mirovî ya li herêmê di asteke ku ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn vir ve nehatiye dîtin de ye. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.