Leşkerên Rusyayê derbasî Donbassê bûn

Leşkerên Rusyayê derbasî Donbassê bûn

Artêşa Rûsyayê derbasî axên komarên veqetînxwaz ên li Rojhilata Ukraynayê yên ku ji teref Vladîmîr Putînê Serokê Dewleta Rusyayê ve hatîne naskirin bûn.

Vladîmîr Putînê Serokê Dewleta Rusyayê, qirara naskirina Komarên Xelqê Lugansk û Donetskê veqetînxwazê li Rojhilata Ukraynayê ye îmze kir.

Putîn, piştî qirara naskirinê ji Artêşa Rusyayê re li wan herêmên veqetanwxaz ên li Rojhilata Ukraynayê wezîfeya “parastina aştîyê” da.

Di daxuyanîya ku hatîye belavkirin de weha hat gotin “Li ser daxwazîya Serokê Dewleta Komara Xelqê yê Luganskê ku ji Wezareta Parastina Federasyona Rusyayê re şîyandîye, ew ê Hêzên Çekdar ên Rus jî li ser ‘erdên Komara Luanskê mîsyonên parastina aştîyê bi cîh bînin.” (ÎLKHA)

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.