Li 14 gundên Amedê qedexeya derketina derve

Li 14 gundên Amedê qedexeya derketina derve

DİYARBEKİR - Li 14 gundên ku girêdayê navçeyên Lîce, Hezro û Karazê ne qedexeya derketina derve hat îlankirin.

Di daxuyaniya ku ji teref Walîtiya Diyarbekirê ve hat dayîn de hat ragihandin ku li 14 gundên ku girêdayê navçeyên Lîce, Hezro û Karazê ne de qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.

Hat ragihandin ku dabaş qedexe ji ber operasyonên ku dijî PKKê tên kirin hatiye îlankirin. Qedexe ji saet 05.00ê pê ve dest pê kiriye.

Di daxuyaniyê de navê gundên ku qedexe hatiye îlankirin wiha hat rêzkirin: “Gundên Çagdaş, Yolçati, Uçari, Kayacik, Ortaç, Çavundur, Dolunay, Yalaza, Baglan û Kabakayayê ku girêdayê navçeya Lîcê ne; gundên Çîtlîbahçe, Sarierîkê ku girêdayê navçeya Hezroyê ne û gundên Boyunlu û Gozebaşiya ku girêdayê navçeya Kocakoyune de ji bo ku gelê me ya siwîl zirarê nebîne ji saet 05.00ê pê ve qedexe hatiye îlankirin.” (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.