Li 16 bajaran midûrîyên koçê hat damezrandin

Li 16 bajaran midûrîyên koçê hat damezrandin

Bi biryaran Lijneya Wezîran li navçeyên 16 bajarên nû midûrîyên koçê hatin damezrandin.

Li gor nûçeya Rojnameya Fermî ya îro bi biryara Lijneya Wezîran li navçeyên 16 bajaran biryara damezrandina midûrîyên koçê yên nû hat weşandin.

Li ser nivîsa Wezareta Karûbarên Hindur Lijneya Wezîran di 19ê Sibatê de ev biryara girtibû. Li gor vê yekê; Midûrîya Giştî ya Îdareya Koçê dê li hin çolterîya teşkîlatên nû damezrîne.

Navçeyên ku dê midûrîyên koçê lê bên avakirin evin:

Ceyhana navçeya Edenê, Bazîda navçeya Agirî, Altindaga navçeya Enqerê, Alanya, Kaş, Kemer û Manavgata navçeyên Antalya, Dîdîm, Kuşbaşi û Efelera navçeyên Aydinê, Ayvalika navçeya Balikesîr, Ayvacika navçeya Çanakkale, Aşkaleya navçeya Erzeromê, Ogûzelîya navçeya Dîlokê, Îskenderûn û Reyhanliya navçeyên Hatayê, Beşîktaş, Beylîkduzu, Pendîk, Kadikoy, Sûltanbeylî, Bakirkoy, Fatîh, Kuçukçekmece, Ataşehîr, Başakşehîr, Gazîosmanpaşaya navçeyên Stenbolê, Pehlîvankoya navçeya Kirklarelî, Gebzeya navçeya Kocaelî, Yeşîlyûrta navçeya Meletya, Bodrûm, Fethîye û Marmarîsa navçeyên Mûglayê, Serê Kanî, Kaniya Xezalan û Pirsusa navçeyên Rihayê nin. (ÎLKHA)


 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.