Lı Afğanîstanê êrîşa bombeyî
Afğanîstanê dîsa bı teqîna bombeyan hejîya. Lı bajarê halmenda Afğanê, êrîşeke bı bombeyî hat rastkırın, dı encama êrîşêde 7 kesan can dan, 42 kes jî bırîndar bûn.
Li bajarê Halmenda ku li başûrê Afğanîstanê ye, bi wesayîteke bombe barkiri êrîş hat rastkirin. Di encama êrîşêde 7 kesan can dan, 42 kes jî birîndar bûn.
Wesaîta bombe barkirî, li nêzî walîtîyê xwe teqand. Hat îfade kirin ku 7 kesên ku can dane sivîlbûn.
Di bûyerêde bi tevlî berdevkê walîtîyê Ömer Zak, qeymeqamek û serokê tarima bajêr jî, bi tevahî 42 kes birîndar bûne.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên mehelli hatine bi dest xistin, êrîşa ku li nêzîkî walîtîyê hat rastkirin, pir bi şiddet bû û avahîyên fermî ê ku li derdorê bûn xisarek mezin dîtîye. Heta niha kesî êrîş negirt ser xwe.
BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.