Li Agirîyê bi sedan zarok tevlî bernameya "Jiyan bi Nimêjê Xweş e" bûn
Li Agirîyê bi sedan zarok ku di destên wan de pankartên bi hedîs û gotinên xweş ên derbarê nimêjê de nivîsî bûn li Kolana Cumhuriyetê meşiyan, piştre derbasî Qada Bajar a Şakîro bûn û tevlî bernameyê bûn.
Bernameya ku Weqfa Evîndarên Pêxamber her sal li gelek bajaran ji bo zarokên 7-10 salî bi navê "Jiyan bi Nimêjê Xweş e" li dar dixe, li Agiriyê bi beşdariyeke mezin hat pêkanîn.
Bername bi armanca ku hişmendî û hezkirina nimêjê bixe dilê zarokan hat lidarxistin.
Beriya bernameyê bi sedan zarokên ku li Kolana Cumhuriyetê hatin cem hev, bi pankartên di destên xwe de meşiyan. Koma ku dirûşmên “Nimêj Stûna Dîn e” û “Nimêj dê li Aqsayê Xweş Bibe” berz kirin, di seranserê meşê de gelek caran tekbîr anîn.
Piştî meşa li Kolana Cumhuriyetê, girseya ku li Qada Bajar a Şakîro ya li kêleka Mizgefta Navendî hatin cem hev, bernameyê bi tilaweta Qur'ana Pîroz dest pê kir. Bername bi helbestên ku ji aliyê zarokan ve hatin xwendin û îlahiyên ku hatin gotin berdewam kir.
"Nimêj, rojê 5 caran hevdîtin û randevuya bi dostê herî mezin re ye"
İsmail Işık ê ku di bernameyê de ji zarokan re axivî, binxêz kir ku nimêj ne barek e, hewcedariya herî bingehîn a ruh e. Işık ê ku di axaftina xwe de bal kişand ser giringiya nimêjê, van îfadeyan bi kar anî:

"Nimêj stûna dînê me ye, fermana Rebbê me ya ji bo me ye. Lêbelê Xwedê ev ferman ne ji bo ku me biweste hew bi zorê bixe daye me. Di rastiyê de ev mecbûrî, tam mîna ku em birçî dibin xwarinê an ku em tî dibin av vexwarinê, hewcedariya herî mezin a ruhê me ye. Yanî nimêj, ji wê zêdetir ku erkeyek be, bi Dostê Herî Mezin ê ku em afirandine re rojê 5 caran civîn û randevuya me ye."
Işık ê ku axaftina xwe bi temsîleke ku zarok karibin têbigihêjin berdewam kir, diyar kir ku bangana nimêjê (azan) dawetiye de cûda ye ku Xwedê pêşkêşî mirovan kiriye û nimêjkirin jî tê wateya bersivdana vê dawetiya mezin.

Bernameya "Jiyan bi Nimêjê Xweş e" ku bi beşdariyeke mezin hat pêkanîn, piştî nimêja bi cemat ku hat kirin, duayên ku hatin kirin û îkramên ku ji beşdarvanan re hatin pêşkêşkirin bi dawî bû.

Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.