Li Agirîyê xebatên vekirina rêyên gundan berdewam dikin

Li Agirîyê xebatên vekirina rêyên gundan berdewam dikin

Ji ber berfa ku barîya li Agirî rêyên gelek gundan hat girtin, bo rêyên girtî yên gundan bên vekirin xebat berdewam dikin.

Li Taşliçaya navçeya Agirîyê  ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ev 5 roj in ku hewil didin rêyên gundên bi navê Tanyolu, Balikli Gol û Yaylacikê ji berfê paqij bikin dixebitin û di vî warî de bi ser ketine.

Sekreterê Giştî  yê Îdareya Taybet a Bajêr Erhan Tenekecî derbarê mijarê de diyar kir di dawîya 5 rojan de rêyên gundan ên girtî hatine vekirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji ber ku gundên bi navê Tanyolu, Balikli Gol û Yaylacikê li çiyayên bilind in û lê bahoz û bager gelekî zêde heye û gelek zêde berf dibare rêyên gundan hatine girtin. Ekîbên me nêzî 5 rojan xebitîn da ku rê bê kirin û di daîya 5 rojan de rêyên gundan hatin vekirin.”(ÎLKHA)
















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.