Li Almanyayê Êrîşên Li Camiyan
Li Almanyayê êrîşên li camî û muslumanan zêde dibin. Li eyaleta Saksonyaya Jêr molotof avêtin camiya Haci Bayramê.
Li Almanyayê êrîşên li ser camî û muslumanan zêde dibin. Li eyaleta Saksonyaya Jêr li bajarê Oldenburgê, kesên nediyar bi molotofan êrîşî camiya Haci Bayramê kir.
Berdevkê polîsê Oldenburgê da zanîn ku di heqê êrîşê de lêpirsîneke berfireh tê kirin.
Roja sebtê li bajarê Mollnê kesekî nediyar, bi ser pêlikên camiya Fatîh Sultanê de bewl kiribû û du hefte berê jî torbeke ku goştê xerabûyî yê xenzîr tê de bû avêtibûn camiyê.
Li paytext Berlînê jî di 11ê Tebaxê de teşebbus kiribûn ku agir bi camiya Mewlanayê bixin. Li bajarê Bielefeldê jî di heftekê de li du camiyan êrîş hatibû kirin.
Hikûmeta Almanyayê, pêşnîyaznameya pirsê ya Partiya Çepgîr bi cewab kir û da zanîn ku di navbera salên 2001 û 2011an de, salê teqrîben 22 êrîş li camiyan hatine kirin, ev hejmar di sala 2012an de 35, di sala 2013an de jî 37 bûye.
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.