Li Amedê 124 kesên ku ji ber sûcên cuda dihatin gerandin hatin girtin

Li Amedê 124 kesên ku ji ber sûcên cuda dihatin gerandin hatin girtin

Li Amedê 124 kesên ku ji ber sûcên cuda yên mîna talan (rêbirî), kuştina bi qestî, hişbir û diziyê dihatin gerandin, hatin girtin.

Fermandariya Cendermeyan a Bajêr a Amedê, xebatên xwe yên ji bo girtina kesên lêgerînê li ser hene berdewam dike.

Li Amedê, di nav wan de kesên ku ji sûcên mîna 'Bi şev, bi rê birînê re an jî li avahî û cihên kar talan (xesp), kuştina bi qestî, li cihên girtî dizîkirina tiştên hatine parastin, firotin an jî dabînkirina maddeyên hişbir, dizî û bi hevre talankirina (gaspkirina) ji aliyê zêdetirî kesekî ve' dihatin gerandin jî hene; 3 kesên ku di navbera 10-20 salan de, 18 kesên di navbera 5-10 salan de, 67 kesên di navbera 2-5 salan de û 36 kesên ku di binê 2 salan de cezayê wan hene, bi giştî 124 kes hatin girtin.

124 kesên ku hatin qefaltin, sewqî meqamên dadî (edlî) hatin kirin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.