Li Amedê bombeya xwekuj înfîlak kir: 1 mirî

Li Amedê bombeya xwekuj înfîlak kir: 1 mirî

Di teqîna ku îşev li Diyarbekirê pêk hat de kesek mir û zarokek jî birîndar bû.

Di  teqîna ku li  Taxa Ben û Sena navçeya Yenîşehîra Diyarbekirê pêk hat de kesek mir. Hat îddîakirin teqîn ji ber bombeya xwekuj pêk hatiye.

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin teqîn di derdora seat 19.00an de li  taxa Ben û Senê li kêleka Camiya Koşklerê pêk hatiye.Li gor agahiyên ku ji şahidên bûyerê hatine wergirtin kesekî ku di rê de dimeşiya ji nişkave înfîlak kiriye û piştî teqînê parçeyên cesedê belavî her derî bûne.

Li gor şahidan temenê kesê ku înfîlak kiriye 20 e.Ji xeynî van agahiyan hat hînbûn ji ber teqînê zarokek jî birîndar bûye. Zarokê ku birîndar bûbû bi ambûlansê rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)

 

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.