Li Amedê di 18 camîyan de îbadet nayê kirin

Li Amedê di 18 camîyan de îbadet nayê kirin

Li 18 camîyên Sûra Amedê ya ku hêj lê qedexeya derketina derve berdewam dike îbadet û taat nayên kirin û her wiha li van camîyan Qendîla Mewlûdê jî nehat îdrakkirin.

Duh êvarî dayikbûna Hz. Muhammed(r.x.l) bû.Ji ber vê yekê li tevahîya welêt bernameyên Mewlûdê li camîyan hatin lidarxistin. Li Sûra Ameda ku hêj qedexeya derketina derve berdewam dike li camîyên navçê tu bernamê nehatin lidarxistin.

18 camîyên Sûrê ji ber pevçûn û qedexeyan ji van bernameyan mehrûm man. Li van 18 camîyên ku berî niha di van rojên mîna vê girîng de bi cemaeta camîyê şên dibûn di Qendîla Mewlûdê de ji ber ku girtî bûn tu bernamê nehatin lidarxistin û her wiha îbadet jî li van camîyan nikarin werin îdrakkirin.

Xelkê navçê ji ber ku nikarin li van camîyan de Qendîla Mewlûdê îdrak bikin xemgînîyên xwe anîn ziman û destnîşan kirin ew her çiqas nikaribin biçin van camîyan ew hewl didin da ku an li malên xwe yan jî di camîyên din de şeva qendîlê îdrak bikin.”

Xelk teleb dike da ku berî kêlîkê camî werin vekirin da ku weke berê di nava aramîyê de îbadetên xwe li camîyan eda bikin.

Her weke ku tê zanîn li navçeya Sûra Amedê ya ku hêj qedexeya derketina derve berdewam dike ji ber pevçûn û şerên ku derketibûn Camîya Fatîh Paşa hatibû şewitandin. Di şewata ku derketibû de camî bi temametî şewitîbû.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.