Li Amedê di operasyona hişbirê de 38 girtî

Li Amedê di operasyona hişbirê de 38 girtî

Di operasyona hişbirê ya ku li Amed û Mersînê hat lidarxistin de 186 kîlogram madeyên hişbir hatin bidestxistin. Ji 41 gumanbarên ku hatibûn desteserkirin, 38 jê hatin girtin.

Fermandariya Cendermeyan a Parêzgeha Amedê, li navçeya Farqînê wekî navend û li navçeyên Lice, Baxlar, Kayapinar, Sûr, Yenîşehîr, Erxenî, Egîl, Bismil û Çermûkê operasyonên hişbirê pêk anîn.

Di operasyonên ku hatin kirin de 184,1 kîlogram esrar, 2,5 kîlogram metamfetamîn, 4 gram kokayîn, hezar û 755 heb hebên hişbir, 5 demançeyên bêmolet û 3 teraziyên hesas hatin bidestxistin.

Derbarê bûyerê de 41 gumanbar hatin desteserkirin. Ji bo girtina 3 gumanbarên fîrarî xebat berdewam dikin; ji 41 gumanbarên ku hatibûn desteserkirin, 38 jê hatin girtin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.